Fotograf: AA
Komîteya Nobelê ya Norwecê daxuyanî daye û diyar kiriye, ji ber hewldanên dijî birçîbûnê û xebatên ji bona başkirin û pêkanîna şert û mercên aştiyê yên li herêmên di bandora pevçûnan da mane îsal Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2020an dane Bernameya Xorekê ya Cîhanê.
Di daxuyaniyê da hatiye destnîşankirin Bernameya Xorekê ya Cîhanê ku dijî birçîbûnê hewl dide û li cîhanê saziya alîkariya mirovî ya herî mezin e. Di sala 2019an de li 88 welatan piştgirî dane nêzîkî 100 milyon mirovên ku bûne qurbanê bêewleya xorekê û birçîbûnê.
Derbarê Xelata Aştiyê ya Nobelê de
Xelata Aştiyê ya Nobelê ji aliyê zanayê Swêdî, Alfred Nobel ve hatiye danîn û di wesiyetnemaye xwe de daxwaz kiriye, ku salane ev xelat bê dayin. Salane ev xelat di merasimeke taybet de li Oslo ya paytexta Norwêcê tê dayîn.
Xelata Nobel ji bawernameyekê û medalyayeke zêr û hinek pere pêk tê.
Yekemîn Xelata Nobelê di warên wêje, fîzîk, kîmya û pizîşkî de di sala 1901an de ji aliyê Akademiya Şahane ya Muzîkê li Stokholê hatiye dayîn û paşê di sala 1902an de Şahê Swêdê bi xwe xelatên Nobelê pêşkêş kirin.
Xelata Aştîyê ya Nobelê ya Wêjeyê îsal dane Liwîza Glok, Helbestvana Amerîkî.(AY)
*Çavkanî: Sverigesradio, AA, Rûdaw