Fotograf: Ruken Tuncel / bianet (arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Odeya Doktoran a Amedê (DTO) biryar daye ku “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” bidin Eren Keskin, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD). Sazî ji sala 1995ê û vir ve her sal vê xelatê dide wan kesan ku xebatan ji bo aştî, demokrasî û dostaniyê dikin.
Elîf Tûran, Seroka DTOyê li avahiya saziyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye, ji ber ku ji salê 1990î û vir ve têkoşîn li dijî tacîz û tecawiza li ser jinan kiriye û li dijî nîjadperestî û cidaxwaziyê derketiye û têkoşîna mafparêziyê daye wan biryar dane xelatê bidin Eren Keskinê.
DTO wê xelatê di 14ê Adarê, Cejna Tipê de li Amedê pêşkêşî Keskinê bike.
DTOyê par xelat dabû Kadir Înanirî û Dayikên Şemiyê.
Fotograf: DTO
Derbarê Eren Keskinê de
Parêzer, Hevseroka Giştî ya IHDyê, avakara Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Tacîz û Tecawiza Cinsî ya di Dema Desteserkirinan de ye.
Bûye alîkara serokê giştî ya ÎHDyê û Seroka Şaxa Stenboê. Weke Berpirsa Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê ya hatibû girtin kar kiriye û gotar tê de nivîsandine.
Demeke dirêj têkoşîna mafparêziyê dike. Gelek doz lê hatine vekirin û hîna tê dadgehkirin. Gelek xelat wergirtine ku hinek ji wan ev in: Xelata Aştiyê ya Aachen (2004), Xelata Cesaret û Durustiya Polîtîk a Theodor Hacekerî (2005), xelata Tora Azadiya Xweîfadekirinê ya Navnetewî (IFEX) û hinên din. (RT/FD)