Komîteya Nobelê aşkere kir ku wan xelat ji ber tevkariyên wê yên ji bo pêşvebirina aşitî û hiqûqa navneteweyî dane Pillayê.
Navanethem Pillay, hiqûqnase û bi eslê xwe hînt e. Di Dadgeha Cezê ya Navneteweyî û Dadgeha Cezê ya Navneteweyî ya Ruandayê de xebitiye.

María Corina Machadoyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025an wergirt
Pillay ku di navbera salên 2008-2014an de Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bû û li Afrîkaya Başûr li dijî rejîma apartheid a nijadperest têkoşîna mafên mirovan meşandibû. Pillay bibû yekem jina ne çermspî ku li eyaleta Natalê bûroya hiqûqê vekiribû.
BREAKING NEWS The Norwegian Nobel Committee has decided to award the 2026 #NobelPeacePrize to Navanethem “Navi” Pillay for her efforts to promote peace and international law. #NobelPrize https://t.co/97vurspw6z
— The Nobel Prize (@NobelPrize) October 9, 2026
Pillay di heman demê de yekem dadgera jin a ne çermspiye ku li Dadgeha Bilind a Efrîqaya Başûr kar dikir.
Merasîma fermî ya dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2026an dê 10ê KanûnaPêşîn li Osloya paytexta Norwecê bê lidarxistin.
Derbarê Navanethem Pillayê de
Navi Pillay sala 1941ê li bajarê Durbanê yê Afrîkaya Başûr di malbateke ji eslê xwe Hînt ji dayîk bûye.
Pillayê xwendina hiqûqê li Zanîngeha Natalê temam kir û pişt re li Fakulteya Hiqûqê yaHarvardê bawernameya master û doktorayê wergirt.
Her weha Pillayê di serdema rejîma Apartheidê de parêzvaniya girtiyên siyasî û aktîvîstên li dijî nijadperestiyê kir û sala 1995an wekî dadwera Dadgeha Bilind a Afrîkaya Başûr hat tayînkirin. Di heman salê de li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Ruandeyê (ICTR) dest bi xebatê kir û pişt re bû seroka dadgehê.
Doza Jean-Paul Akayesu ya ku Pillayê tê de cih girtibû, ji bo hiqûqa cezayê ya navneteweyî bû werçerxaneke girîng. Biryara vê dozê bû pêşîneke yasayî ku tundiya zayendî di çarçoveya komkujî û tawanên li dijî mirovahiyê de were qebûlkirin.
Pillay sala 2003an di nav dadwerên pêşî yên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) de cih girt û di navbera salên 2008-2014an de jî wekî Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xebitî.
Her weha Pillay van salên dawî serokatiya komîteya lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Xezeyê lêkolîn dikirin. Komîteyê Îlona 2025an raporek belav kir û gihîşt wê encamê ku Îsraîlê li Xezeyê jenosîd pêk aniye lê Îsraîlê ev tohmet red kir.
Pillay di doza jenosîdê ya li dijî Myanmarê de jî li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî(ICJ) wekî dadwera demkî dixebite.
Derbarê Xelata Aştiyê ya Nobelê de
Xelata Aştiyê ya Nobelê ji aliyê zanayê Swêdî, Alfred Nobel ve hatiye danîn û di wesiyetnemaye xwe de daxwaz kiriye, ku salane ev xelat bê dayin. Salane ev xelat di merasimeke taybet de li Oslo ya paytexta Norwêcê tê dayîn.
Xelata Nobel ji bawernameyekê û medalyayeke zêr û hinek pere pêk tê.
Yekemîn Xelata Nobelê di warên wêje, fîzîk, kîmya û pizîşkî de di sala 1901an de ji aliyê Akademiya Şahane ya Muzîkê li Stokholê hatiye dayîn û paşê di sala 1902an de Şahê Swêdê bi xwe xelatên Nobelê pêşkêş kirin.

Xelata Aboriyê ya Nobelê ya 2024an Acemoglu, Johnson û Robinson bi dest xist
(AY)
