Di daxuyaniya Akademiya Zanistî ya Qraliyeta Swêdê de hatiye diyarkirin ku, aborînasê Tirkiyeyî Prof. Dr. Daron Acemoglu, aborînasên Brîtanî Prof. Dr. Simon Johnson û Prof. Dr. James Robinson ji ber lêkolînên wan yên li ser bandorên saziyên aborî yên li ser geşepêdan û aramiya civakî, hêjayî vê xelata bi prestîj hatiye dîtin.
Sala borî Xelata Nobelê ya Aboriyê ya sala 2023an ji ber lêkolînên wê yên li ser cihê jinan di nava qada karî de deabûn aborînasa Amerîkî Prof. Dr. Claudia Goldinê.
Serkeftinên Tirkiyeyê yên Nobelê
Di Xelatên Nobelê yên ku ji sala 1901an vir ve tên dayîn de, ji Tirkiyeyê Daron Acemoglu jî di nav de bi giştî 3 kesan xelata Nobelê wergirtin. Di sala 2006an de nivîskar Orhan Pamuk Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirtibû, di sala 2015an de jî zanyar Prof. Dr. Aziz Sancar tevî Tomas Lindahl û Paul Modrich Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtibû.
Welatên ku heta niha kîjanê çend Xelatên Nobelê wergirtine wiha ne:
1. ABD - 420
2. Brîtanya - 141
3. Almanya - 115
4. Fransa - 76
5. Swêd - 34
6. Japonya - 31
7. Rusya/Yekitiya Sovyetan - 30
8. Kanada - 28
9. İsviçre - 25
10. Avusturya - 25
11. Hollanda - 22
12. İtalya - 21
13. Polonya - 19
14. Macaristan - 18
15. Avustralya - 14
16. Danimarka - 14
17. Norveç - 14
18. İsrail - 13
19. Belçika - 11
20. İrlanda - 11
21. Afrikaya Başûr - 11
22. Hindistan - 10
23. Çin - 8
24.İspanya - 8
25.Çekya- 6
26. Arjantin - 5
27. Finlandiya - 5
28.Misir - 4
29. Romanya - 4
30.Ukrayna - 4
31.Tirkiye – 3
Derbarê Xelata Aştiyê ya Nobelê de
Xelata Aştiyê ya Nobelê ji aliyê zanayê Swêdî, Alfred Nobel ve hatiye danîn û di wesiyetnemaye xwe de daxwaz kiriye, ku salane ev xelat bê dayin. Salane ev xelat di merasimeke taybet de li Oslo ya paytexta Norwêcê tê dayîn.
Xelata Nobel ji bawernameyekê û medalyayeke zêr û hinek pere pêk tê.
Yekemîn Xelata Nobelê di warên wêje, fîzîk, kîmya û pizîşkî de di sala 1901an de ji aliyê Akademiya Şahane ya Muzîkê li Stokholê hatiye dayîn û paşê di sala 1902an de Şahê Swêdê bi xwe xelatên Nobelê pêşkêş kirin.
Xelata Aştîyê ya Nobelê ya Wêjeyê îsal dane Liwîza Glok, Helbestvana Amerîkî.