Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sala 2016ê li Cizîra Botan 14 xebatkarên saxlemiyê dema derketina derve qedexe bû “korîdora jiyanê” vekiriye û li hewara birîndaran çûne.
Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê doz li wan vekiribû. Dadgehê îro biryara beraeta wan daye.
Xebatkarên saxlemiyê hin birîndarên di jêrzemînan de xwe parastîn derman kiribûn. Dozgeriya Mêrdînê bi sûcê “endambûna rêxistinê” û “propagandaya ji bo rêxistinê” doz li wan vekiribû.
Du dixtorên(bijîşk) ku di wê dozê de hatine dadkirin, Dr. İncilay Erdoğan û Dr. Halis Yerlikaya bi binaetê re axivîn. Herdu bijîşk endamên Yekîtîya Bijîşkên Tirkan(TTB) in.
Li ser pirsa gelo we texmîn dikir ku hûn ê bêne dadkirin:
Dr. İncilay Erdoğan:
“Na, nedihat hişê min.
“Karê em dikin ne sûcek e. Ji xwe karê me ew e ku em nehêlin mirov bimirin. Ji ber wê em ne li bendê bûn ku rêya me bê girtin.
“Em difikirin ku ev biryar ne bi tenê ji bo van 14 kesên hatîn dadkirin girîng e. Em difikirin ku ev ji bo xebatkarên saxlemiyê biryareka mînak e.
Dr. Halis Yerlikaya:
“Me hizir dikir ku em ê ji bo vê hewildanê bêne xelatkirin, me hizir nedikir ku em ê bêne dadkirin.
“Bêguman em ne ji bo bêne pîrozkirin bi rê ketibûn. Ji ber pîvanên pîşeya me em di rewşên xerab de bi rê dikevin û ji bo jiyanên di tevgerê de ne.”
(PT/MB)