Fotograf: AA, Çavkanî: https://gizmodo.com/
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma ji transan pêk hatiye ku xebatkarên Netflixê ne li dîjî naverokên ku gotina nefretê û zimanê transfobîk li xwe dihewîne wê îro dest bi grevê bikin. Nêzîkî hezar kesan wê tevlî grevê bin. Kesên tevlî greve dibin, dixwazin şirket fonê ji bo bername û rêzefîlmên transfobîk terxan neke.
Xebatkaran hefteya rabirdû bertek nîşanî henek û gotinên transfobîk yên bernameya bi navê "Dave Chappelle: The Closer" ya komedyen Dave Chappelleyî. Komê di nameya ku ji The Vergeyê ku tora nûçeyên medyayê û teknolojiye ya DYAyê re şandiye de xwestiye bila Netflix berpirsiyariyê bigire û bi taybetî referans û danasînê têkildarî bernameyên transfobîk yên gotinên nefretê li xwe dihewînin, homofobî, dijmindariya jinan û zimanê transfobîk li ofîsa xwe rakin.
Netflixê daxwazên xebatkaran qebûl nekiriye û hefteya rabirdû xebatkarê ku grev saz kiribû li kar derxistiye. Ted Sarandos, hev CEOyê Netflixê jî xwedî li bernameya ku henekên transfobîk tê de hatiye kirin derketiye û îddia kiriye ku kesên Chappelle rexne kirine neheq in. (CA/AÖ/AY)