Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt dema li Taxa Mogoltay a Dêrsimê rojname belav dikir, ji aliye polîsan ve hate desteserkirin. Têkildarî rojnameyê tu biryarên komkirinê nînin lê dîsa jî polîsan dest danîn ser rojnameyên Bokurtê.
Li gorî Rojnameya Yenî Yaşamê Polîsan têkildarî desteserkirinê tu sedem nîşan nedan.
Diyar bûye ku di dema desteserkirina Bozkurt êde Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bertek nîşanî helwesta polîsan dan û hewl dan ku polîs Bozkurtê desteser nekin.
Kordûyê diyar kir û got: “Derheqê rojnameyê de biryara komkirinê nîne. Ji bo şexsê jî tu biryareke desteserkirinê nîne. Hûn bi kîjan sedemê desteser dikin?” Her weha Kordûyê got ku desteserkirineke keyfî ye.
Tevî hemû nerazîbûnan jî polîsan Bozkurt desteserkirin û birin Rêveberiya Emniyetê ya Dêrsimê.
(TY/AY)