Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piraniya xebatên li ser zayenda civakî ji destpêka sedsala 20ê dest pê dikin. Ev destpêk ji aliyekê ve rê dide hingê li rojavayê zayenda civakî û femînîzm derbikeve û bilind bibe. Ji aliyê dî ve di serî de li ser psîkanalîzê û dewra destpêka antropolojiyê xebat hatine kirin. Ew minaqeşeyên li ser wan mijaran piştî salên 1960an û 1970yan pêla duyem ya femînîzmê radike, xebatên li ser LGBTQIA+an geş dibe û zayenda civakî derdikeve. Rexneya femînîst bi taybetî bi dirûjma “tiştên şexsî polîtîk in” bi pêş ket. Ew mijarên ku berê li akademiyê behsa wan nedihat kirin êdî bûn mijara behsê û di warê polîtîkayê de jî temasî jiyanê kir. Ew minaqeşe hatin radeyekê ku êdî mêr jî mecbûr bûne bersivan bidin. Berhema vê yekê di salên 1970yan de derket û xebat li ser mêrbûnê û mêran jî hat kirin.
***
Dema em li xebatên li ser zayend civakî dinêrin li gor qinaeta min em du nîşanan dibînin ku ew nîşan hevdu temam dikin. Ya yekem ew e ku bi ferqên zayendan li zayenda civakî lêkolîn hatin kirin. Ev ferq ne bi tenê ew ferqên di navbera mêr û jinên heteroseksûel, mêla li nasnameyên zayendî yên LGBTQIA+ bûn. Ne bi tenê ferqên di navbera çanda wan de jî bûn. Ji bo nimûne yek ji wan kesên xebatên li ser mêran kirine Raewyn Connell e. Wî diyar kiriye mêranî ne tişteka bingehîn, îlahî, gerdunî ye û dikare bê guhertin. Halê hazir mêranî bi tenê bi şeklê biyolojîk nikare bê eşkerekirin. Vê yekê ferqên li çand, dîrok, civakê û mêla zayendî, nijad û çîn diyar dike. Tişteka dî jî ev e ku dikare biguhere û bê guhertin.
Nêrîna duyem jî ew e ku divê ji bo nirxandina zayenda civakî ji perspektîfa desthilata civakî ve bê nêrîn. Ji bo nimûne xebatên li ser LGBTQIA+an eşkere dikin ku homofobî û transfobî ne qeder e. Femînîzmê rêyek vekiriye ku minaqeşe li ser sîstema mêr lê desthilat, vegotinên jinan kêm dikin, pederşahî bê kirin. Wan diyar kiriye ku ev dikarin bêne guhertin.
(Dixwazim li vê derê eşkere bikim ku hin kes digel ku li ser zayend civakî minaqeşeyan dikin jî naxwazin statûko bê guhertin. An jî bi wî awayî tevdigerin ku potansiyela rexneyê ya têgehê pûç dibe.)
**
Wek min li jor diyar kiribû minaqeşeyên li ser mêran û mêraniyê bi bersivên minaqeşeyên li ser femînîzm û LGBTQIA+an derketiye. Ev xebat ji ber ku rasterast li ser zayenda civakî bûn ji rexneyê dûr bûn. Ji destpêkê hin kes hebûn û piştevanên wan jî li Amerîkayê hebûn ku difikirîn mêranî ji destan çû(!) ji ber femînzmê kêmayî li mêran bûye(!) û krîza mêran çêbûye(!) Ji aliyê dî ve komek hebû ku ji destpêkê ve xwe ji femînîzmê dûr girtin û diyar kirin mêrbûnê herî zêde zerer daye mêran. Lê koma sêyê jî heye ku van salên paşiyê rayên wê belav bûne û xurt bûye. Ew li mêran û mêraniyê bi nêrîna “pro-femînîst” û “cidaxwaziya zayendî” dinêrin.
Têgeha Raewyn Connellî ya bi navê “mêrîtîya hegemonîk” û “mêrîtî” êdî bûye wek nîşana ji hev cidakirinê.
Ew diyar dike ku “Mêrîtîya hegemonîk” li gor mêratiyên dî di hin rewşan de ji bo avakirina mêraniyê dikare serkeftîtir be. Têgeha “mêranî”yê jî diyar dike ku mêranî ne tişteka gerdunî ye dikare pirjimar be û bê guhertin. Bi vî awayî wek femînîzmê ew jî destnîşan dike ku mêranî dikare bê guhertin. Di zanistên civakî de her ku diçe cihê “mranî û lêkolîn û rexneyên li mêraniyê” her ku diçe zêdetir dibin. Her roj hin kesên dî vê têgehê nas dikin. Li Tirkiyeyê û li dinyayê ev qada zanînê her ku diçe berfirehtir dibe.
Ew kesên femînîst û ew kesên li ser LGBTQIA+ ji xebatên profemînîstan û dij-zayendperestan ne piştrast bûn. Fikreka holê hebû ku dihat diyarkirin ji xwe li ser paderşahî û heteroseksîstan xebat hebûn çi hewce bû ku li ser mêran û mêraniyê xebat bê kirin. Ya rastî xebatên li ser mêraniyê jî bi bersiva vê pirsê tê diyarkirin.
Connell û hevalên wî ew kes bûn ku ji çavkaniya femînîstan xwe gihandibûn, salên 1970yê ew ji tesîra paderşah a neyînî ya li ser jin û LGBTQIA+yan aciz bûne û ne bi çavê meydaneka popûler lê belê bi çavekê polîtîk û bi mereqdariya akademîk li mijarê nêrîne. Xebatên li ser femînîst û LGBTQIA+yan bi nêrîna heteroseksîs ya paderşahan li LGBTQIA+ û jinan dinêrîn. Ew mêrên ku bi xwe hakimê vê mijarê bûn bala xwe nedidanê ka mêraniya xwe çawa ava kirine. “mêrbûn û lêkolînên li ser mêrbûnê” bala xwe dida vê yekêku li ser wê lêkolîn nedihatin kirin.
Beşa “mêr û lêkolîna li ser mêrbûnê” rexneyek li navmala mêran dikir. Ji bo vê yekê wek beşeka rexnegiriyê ya zanistên civakî ye. Ev beş li hemberî mêtingerîyê, cidaxwaziyê disekine û li hemberî wê yekê ye ku hewildanek heye jinan û LGBTQIA+yan wek çîna duyem dibînin. Ji ber ku ev beşa zanistê popûler bûye têgehên Connellî yên “mêraniya hegemonîk” û “mêrbûn” berbelav bû. Ev belavbûn ne ji ber popûleriya Connllî bûye. Girîngiya wî ji ber tiştên polîtîk in. Ew sebeb jî ew e ku divê avakirina mêrbûnê rasterst mêrnîya mêran biguhere.
“Mêr û lêkolîna li ser mêrbûnê” beşeka lêkolînê ye ku ji salên 1970yê ve çil sal bi ser re boriye. Di vê demê de hin mijarên nehatîn rojevê yên wek: kodên mêrbûnê, dewrên emrî yên mêran, bavbûn û bavîtî, têkiliyên xebatê û mêrbûnê, tesîra vegotinên paderşahane yên li ser bedena mêran, temsîliyeta mêran a li sînema, medya û edebiyatê, mêranî û vegotinên nijadperestane, têkiliya spor û mêrbûnê hatin rojevê û minaqeşe li ser hat kirin.
Beşa mêrbûn û mêran dibe ku ji aliyê wan mêran ve hatibe destpêkirin ew li pey femînîzmê çûne û xwe rexne kirine. Lê îro qasî mêran jin jî li ser vê beşê dixebitin. Ez dixwazim vê yekê li vê derê berçav bikim ku dema lêkolîn li ser zayenda civakî tê kirin, an demên ku em dijîn divê em xwe ji rexnekirinê nevedin. Berpirsên tûndkarîyê, tacizê, tecawiz û cidaxwaziyê mêrên paderşah û heteroseksûel in. Ew ew kes in ku we dikin dema jin diçin derve dilê wan di destê wan de ye, ew kes li ekonomiyê, li hiqûqê heta ku li metroyê li her astên jiyana rojane li gor daxwaza xwe cihan dagir dikin. Kurtasî ew kesên li gor paderşah û mêran “lîstikê” dilîzin jiyanê teng dikin. Ji ber wê ji beriya em li ser mêran û mêrbûnê bifikirin em nikarin li ser mijara mêran û desthilatê qelemê li kaxezê bidin. Mesela em nikarin dema li ser mêran û mêrbûnê bifikirin wek li ser berdaqeka(îskaneka) avê bifikirin bêhest lê bifikirin(li gor min îskana avê jî polîtîk e). Em nikarin bi çavê popûlerîyê li kapîtalîzm, paderşahî, heteroseksîzmê binêrin bi vî awayî gelek tişt dê ji destên me derbikevin. An dema em li ser mêran minaqeşeyê dikin em nikarin bêyî paşxaneya civakî û çandî binêrin. Em nikarin bi tenê kesan sûcdar bikin. Heke em hemiyan wek parçeyên hev nebînin ji bo rexneyê gelek tişt dê ji destên me derbikevin.
Dema em minaqeşeyê li ser mêran û mêrbûnê dikin divê em xwe ji cewherparêziyê dûr bikin, divê em ji bîr nekin ku mêrbûn avakirineka civakî ye.
Ez dikarin vê yekê bibêjim li ser mêran û mêrbûnê karên wesifbilind têne kirin ku min kelecanî dikin. Ji bo em li ser mêran û mêrbûnê minaqeşeyekê bikin (hebûuya baş bû lê belê) ne hewceye teorîyên berfireh hebin. Mêr û mêrbûn li derdora me ne. Ew rastî ne ku em û yên li derdora me rastî wê têne. Ji ber wê yên rexneyê li mêrbûnê dikin berê tîrên rexneya femînîst pêşiyê bide xwe gelek giring e. Heke ev yek nebe ev mijar bêwate dibe. (Mesela heke mêrên tûndkar an ew mêrên homoseksûelan kêm dibînin rexneyê li mêraniya xwe bikin dê çi bibe? An em wê pirsa mezin bikin, mêrên ku herî zêde ratî paderşahiyê tên heke mêraniyê rexne bikin ma dê çi bibe?). Gelek giring e ku em bi rexneyan li mêran û mêrbûnê binêrin. Ji ber ku derthilata mêran û heteroseksîzm mêr jî tê de jiyana her kesan dike wek dojehê. Dewamkirina li ser vê yekê li jiyanê nayê. Derfetek ji bo xebatên li ser mêrbûnê li akademiyê heye. Lê heke ew rexnegir bin dikare kêr bên.
**
Ji bo paderşahî û (hetero)seksîzm nemîne divê mêr biguherin. Guherîn mûmkin e.
(MB/ŞA/APA/MB)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses
[*] Jimi Hendrix berhema "Castles Made of Sand"