Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû, xwendekara Zanîngeha Munzûrê dîsan dest pê kirine. Gulîstan Doku, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê li 5ê meha Kanûna Paşiyê li Dêrsimê winda bibû û heta niha ji rewşa wê çi agahî nehatiye stendin.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) 8 karmend, 14 noqav û 11 karmendên rizgarkirina rûyê erdê, ji Fermandariya Hêzên Behrê 5 kes, ji yekeya lêgerîn û rizgarkirina binê avê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê 4 û ji Fermandariya Ewlekariya Taybet a Cendirmeyan (JOAK) 3 karmend wê beşdarî xebatên ku di bin koordînasyona Walîtiya Dêrsimê de hatine destpêkirin, bin.
Wê li tevahiya gola bendavê binêrin
Wazîfedarên li bajêr ên AFADê, yên ewlekariyê û karmendên cendirman jî yê piştgiriyê bidin tîmên teknîkî.
8 bot, 3 robotên lêgerîna binê avê û sonareke lêgerînê yê di xebatên lêgerînê yên li seranserê gola bendavê têne meşandin de bêne bikaranîn.(EMK/AY/AY)