Di îdianameya Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî de, daxuyaniyên wî yên têkildarî qedexeya li ser zimanê kurdî û hevdîtina wî ya bi malbatên girtiyan re, bi hinceta ku ji bilî tirkî xebatên pewerdeyê yên ji bo zimanên din qedexeye, sûc hatin hesibandin.
Li Amedê di 24ê Îlonê de di serdegirtina MED-DER, Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Anka de, perwerdekarên kurdî jî di nav de 30 kes hatibûn desteserkirin. Ronî Firat jî di nav wan kesan de bû. 29 kesên ku hatibûn desteserkirin bi şertê kontrola edlî serbest bûn, Ronî jî bi îdiaya ku "endamê rêxistinê ye" hat girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di îdianameya Ronî de xebatên komeleyê wekî "dibistana alternatîf a li dijî Wezareta Perwerdehiyê" hatiye nirxandin û îdiakirine ku "ji bilî tirkî wê perwerde nayê dayîn".
Endamtiya Ronî ya MED-DERê, rêveberitiya Ronî û weşanên li mala wî hatin dîtin, weke delîlên sûc hatine nirxandin.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
"Çalakiya neqanûnî ya ku qanûnî xuya dike"
Di kongreya komeleya MED TUHAD-FEDê de Ronî serokê dîvanê bûye û ev jî weke "çalakiyeke neqanûnî ya qanûnî xuya dike" hat nirxandin. Hevdîtina Ronî a bi nûçegîhanê Kurdistan24ê ya têkildarî qedexeyên li ser zimanê Kurdî jî weke “agahdarkirina li gorî armancên rêxistinê” hat şîrovekirin.
Di îdianameyê de hevdîtinên Ronî yên bi malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê re û daxuyaniyên wî yên derbarê qedexekirina zimanê kurdî de weke hêmanên sûc hatin binavkirin. Beşdarbûna Ronî ya çalakiyên weke meşa Roja Zimanê Dayikê, yadkirina Cegerxwîn û Cejna Zimanê Kurdî jî weke "çalakiyên ku veguherîne propagandaya rêxistinê" hatin nirxandin.
Her weha di îdianameyê de Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) weke "rêxistina terorê ya çekdar" hat binavkirin.
Yekem danişîna Rojî di 17ê Kanûna Pêşiyê de wê 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê li dar xistin.
(TY/AY)