Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xalên 1., 2.,3.,4. û 5. li parlamentoyê hatibûn qebûlkirin. Şeva dî xala 6. jî hat qebûlkirin.
Ji bo dengdana xala 6. 483 deng hatin bi kar anîn. 343 parlamenteran dengê erê da, 137 parlamenteran dengê na da, du dengên vala hatine avêtin û dengek ne li gor rêbaza dengdanê hatiye bi kar anîn.
Xala 6. – Xala 98. a Qanûna 2709ê bi vî awayî hat guhertin û sernivîsa li rexa qanûnê hatiye rakirin.
Xala 98. – Parlamen dikare lêkolîna li ser navê parlamenê bide kirin, dikare hevdîtinan di nava parlamenê de û hevdîtinên giştî bike. Parlamen dikare bi pirsên nivîskî(pirsname) agahiyan bistîne û kontrolê bike.
Hevdîtinên giştî ew hevdîtin in ku li ser mijarên bi dewletê û civakê re eleqedar li Parlamena Mezin a Gelî ya Tirkiyeyê têne kirin.
Lêkolîna parlamenê ew lêpirsîn e ku parlamen dikare bi jêrxala 7. a xala 106ê lêpirsînê li ser cihgirên serokkomaran û wezîran bide kirin. Pirsên nivîskî ew pirs in ku ji wezîr û cihgirên serokkomaran têne kirin û divê herî dereng di 15 rojan de bersiva wê bê dayin.
Ûsûla lêkolîna parlamenê, hevdîtinên giştî û pirsnameyan û naveraka wan şeklê/awayê dayina wan bi Rêziknameya Parlamenê têne eşkerekirin.
Encamên 5 dengdanên hatine kirin wiha ne:
Dengdana qanûna 1.: 484 deng hat bikaranîn, 347 erê, 132 na, 2 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 2.: 480 deng hat bikaranîn, 343 erê, 133 na, 1 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 3: 485 deng hat bikaranîn, 341 erê, 139 na, 3 vala ve 2 bêbiryar.
Dengdana qanûna 4.: 486 deng hat bikaranîn, 343 erê, 139 na, 2 betal û
2 vala.
Dengdana qanûna 5.: 354 deng hat bikaranîn. 343 erê, 7 na, 3 vala, 1 betal.(HK/MB)