Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî (WMO) aşkere kiriye ku germahiya li cîhanê dewam dike û divê cîhan xwe ji pêlên nû yên germahiyê re amade bike.
Pisporê Hewa Germ ê Payebilind ê WMOyê John Nairnî li Ofîsa Cenêvê ya NYyê civîna xwe ya heftane pêk aniye. Nairnî gotiye ku germahî, tevî bajarbûniya bi lez û bez, germbûna zêde û serjimarê, rîskeke mezin a tenduristiyê ye.
Nairnî diyar kiriye ku ev, bandoreke mezin li ekonomiye, jiyana xwezayî û xwezayê dike: “Li gorî lêkolînên di demên dawiyê de hatine kirin, havîna derbasbûyî li Ewropayê 60 hezar kesên din mirine.”
Li gorî gotina Naîrnî pêla hewaya germ her diçe zêde dibe û ev rewş û daneyên zanistî yên derbarê germbûna gerdûnî û raporên Panela Guherîna Îklîmê yên Nêvhikûmetan hev digrin.
Di vê navberê de înîsiyatîfa Xizmetguzariyê ya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn a bi navê Copernicusê li ser hesabê xwe yê Twitterê hin dane weşandine. Copernicus ji ber dîmenên peykan hin zanyariyên derbarê şewatên li daristanan, lehî û hişkesaliye de berhev dikin û saziyên peywendîdar hişyar dikin. Copernîcusê di peyama xwe de hin texmîn weşandine. Li gorî van peyaman welat û herêmên mîna Nîvgrava Îberê, Ispanya, Îtalya û Yewnanistan di 18ê Tîrmehê de di bin xetereyê de ne.
Our #EFFIS???? Fire Danger Forecast for 18 July:
— Copernicus EMS (@CopernicusEMS) July 18, 2023
????Very Extreme Danger in:
➡Several areas of the Iberian Peninsula #Spain????????
➡️#Puglia, #Calabria, #Sicilia and #Sardegna in #Italy????????
➡️#Greece's Attica Peninsula and Eastern Peloponnese????????
More at????https://t.co/2PjdHyXOpI pic.twitter.com/AJiFhV6ReJ
(AÖ/FD)