Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê(WHO) rapora li Yemenê rewşa xizmetên ji bo saxlemiyê eşkere kir.
WHOyê eşkere kir ku li Yemenê ji 500 hezaran zêdetir kes ketine nexweşiya Kolerayê û ji 2 hezaran zêdetir kes bi nexweşiya Kolerayê mirine.
Li gor rêxistinê heke xizmetên saxlemiyê ji bo nexweşan bê kirin ji sedî 99ê nexweşan dikarin baş bibin.
Li gor raporê 27 milyon kes li Yemenê dijîn û ji ber şerî ji sedî 60ê welatiyan qasî ji bo jiyanê pêwîst e nikarin bixwin.
Dîrektorê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesusî rapor eşkere kir û got li nexweşxaneyan ava paqij û dermen nînin.
Di raporêde hat eşkerekirin ku ji Adara 2015ê ve li Yemenê 8 hezar û 300 kes ji ber şerî mirine.
(BG/AS/MB)
Wêne: Deutsche Welle