Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihandiye ku li Yemenê di 7 mehan de 413 kes ji ber nexweşiya sorikê mirine.
WHO di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kiriye ku ew ji ber zêdebûna nexweşiya sorikê yên li Yemenê bi zarokan ketiye bi fikar in û ji serê sala îsal heta dawiya Tîrmehê li welêt 34 hezar û 300 haletên nexweşiya sorikê hatin tesbîtkirin.
Li gorî daxuyaniyê par bi heman sedemê 27 hezar kes bi sorikê ketine û 220 kes jî mirine.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihandiye ku zêdebûna nexweşiya sorikê û zêdebûna mirinên ji ber vê nexweşiyê ji ber sedemên wekî "xirabbûna rewşa aborî, kêmbûna dahat û koçberiyê" ye.
Ji ber şerê navxweyî yê li Yemenê didome, di warê tenduristiyê de kêmasiya alavên tenduristiyê heye.
(AS/AY)