Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hans Kluge, Dîrektorê Rêxistian Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) yê Ewropayê, ji ber ku her diçe li Ewropayê nexweşiya Covid-19ê zêde dibe, gotiye, “Careke din em navenda pandemiyê ne.”
Klugeyî gotiye ku rîsk heye Covid-19 li 53 welatên herêmê zêdetir bibe:
“Em careke din navenda şewbê ne. Ez ji hemû otorîteyên tenduristiyê dixwazim ku mijara sivikirin an jî bidawîkirina bergiriyan ji nû ve binirxînin.”
Rêxistinê her weha diyar kiriye ku heta meha Sibatê dibe li hemû Ewropayê 500 hezar kesên din ji ber koronavîrusê, bimirin.
Hin welatên Sovyeta kevn ên li Asyaya Navîn jî di nava herêma Ewropayê ya WHOyê de tên qebûlkirin. Li vê herêmê heta niha milyon û 400 hezar kes ji ber Covid-19ê mirine.
Ji WHOyê Maria Van Kerkhoveyê diyar kiriye ku di van çar hefteyên dawiyê de digel gelek derzî hatine kirin jî, li parzemînê hejmara nexweşan ji sedî 55 zêdetir bûye.
Rayedarekî WHOyê, Mike Ryanî jî gotiye, tiştê li Ewropayê diqewime, hişyariyeke ji bo hemû cîhanê. (TP/FD)