Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di lehiya 10ê Îlonê ya li rojhilatê Lîbyayê de hejmara miriyan derket 4 hezar û 333yan.
Hale Hudarî, berpirsa ekîba tenduristiyê ya rewşên lezgîn ya li ofîsa herêmî ya WHOya Lîbyayê, di brîfînga online de derbarê rewşa tenduristiyê ya li Rojhilatê Deryaya Spî de agahî da.
Ji bo cenazeyan lêgerîn didome
Hudariyê bahoza ku li bajarên rojhilatê Lîbyayê xist wek karesateke rast pênase kir û got, "Ez li bajarê Derneyê bûm û min wêraniya li wir bi çavên xwe dît."
Hudariyê diyar kir ku hejmara miriyên ji ber bahozê bi awayekî fermî gihiştiye 4 hezar û 333 kesan û got, “Xebatên lêgerîna ji bo cenazeyan hê jî dewam dikin. "Şeva borî cenazeyek 250 kîlometre dûrî peravên bajarê Derneyê hat dîtin."
8 hezar û 500 kes jî winda ne
Hudariyê bal kişand ku li herêma karesatê 8 hezar û 500 kes winda ne û destnîşan kir ku di nav miriyan da 25 jê bijîşk bi tevahî 101 xebatkarên tenduristiyê hene û wiha got: "Ev ji bo sektora tenduristiyê ya li Lîbyayê zirareke mezin e."
Çi bûbû?
Di 10ê Îlonê de navîna Behra Sipiyê di bin bandora bahoza “Daniel”î de mabû. Bandora wê li rojhilatê Lîbyayê jî bûbû. Li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê av rabûbû.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Netewî Abdûlhamîd Dibeybeyî, duh biryar da ku ji ber lehiyê ew ê li tevahiya welatî 3 rojan şînê gire bidin.
Desteya Serokatiyê ya Lîbyayê jî bang li welatên dost û saziyên navnetewî kir û daxwaza alîkariyê ji wan kir.
Li gorî daxuyaniya Xaça Sor, ji ber lehiyê 10 hezar kes winda ne.
Di 40 salên dawiyê de li rojhilatê Libyayê bi vê rêjeyê baran nebariyaye.
Di vê navberê de Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesûsî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamak weşand.
(AS/AY)