Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
15 wezîrên karên derve yên jin ji bo gotûbêjkirina rewşa Îrana ku piştî qetikirina Jîna Mahsa Emînîyê wê bicivin.
Civîna onlîna ku îro (20ê Çiriya Pêşiyê) wê bi mazûvaniya Kanada were lidarxistin. Di civînê de rewşa jinan û mafên mirovan li Îranê were gotûbêjkirin.
Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joy di daxuyaniyekê de gotiye: "Ez û hevkarên xwe em ê li hev bicivin da ku peyameke zelal bişînin: Rejîma Îranê divê dawî li her cure tundî û zilma li dijî gel, tevî êrîşên hovane bi taybetî li dijî jinan bîne."
"Kanada dê li kêleka hemû Îraniyên wêrek ên ji bo mafên mirovan têdikoşin bisekine. Mafên jinan mafên mirovan e."
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, welatên ku tê pêşbînîkirin wezîrên derve yên wan beşdarî civînê bibin ev in: Kanada, Almanya, Şîlî, Zelanda Nû, Norwêc, Albanya, Andorra, Komara Afrîkaya Navîn, Şîlî, Îzlanda, Kosova, Lîbya. , Liechtenstein, Mongolya û Panama.
Li Iranê xwepêşandan didomin
Çalakîyên bi pêşengiya jin û ciwanan ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya li Îranê destpê kirine ketiye roja 33an.
Duh bi şev li bajarên Sîne, Kirmaşan, Mehabad, Bokan, Seqîz, Dêwlan, Kamîran, Direşarê, Îlam û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê berdewam kirine. Li gelek zanîngehan xwendekaran û perwerdekaran biryara boykotê girtine.
Li bajarên Tehran, Meşhed, Kahirîcan, Îsfahan, Ahwaz, Erak, Sawe, Gewherdeştî, Kerec û gelek bajarên din ên Îranê çalakiyên şermezarkirinê berdewam kirin. Di hemû çalakiyan de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatine berzkirin.
Li gorî rapora dawî ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê weşandibû; ji roja çalakiyan destpê kirine heta niha herî kêm 215 welatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin.(SD/AY)