Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wêne:Îbrahîm Caferî, Mevlûd Çavuşoglû û Cevad Zerîf / AA
Wezîrên Karên Derve yên Îran-Iraq û Tirkiyeyê civîyan. Hersê wezîran bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew li dijî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê ye.
Wezîrên Îbrahîm Caferî, Mevlûd Çavuşoglû û Cevad Zerîf ji bo civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 72. li Amerîkayê bûn. Wezîr li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê kom bûn.
Bi daxuyaniyê wezîran eşkere kir:
*Divê teqez yekparçetiya siyasî û yekparçetiya axê ya Iraqê bê parastin.
*Referandûm destkeftiyên li dijî DAIŞê hatîn bidestxistin dixê di metirsîya têkçûnê de.
*Cihê fikarê ye ku referandûma li Herêma Kurdistanê ya Iraqê dê bê kirin li dijî Makeqanûna Iraqê ye û dê rê ji dijayetiyên nû re veke.
*Ti feydeyê referandûmê dê ji kurdan û Herêma Kurdistanê ya Iraqê re nebe.
*Hersê welat dê bi hev re tedbîran li ber çavên xwe bînin.
*Tekane çareseriya ji bo kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de dîyalogeka di çerçeveya Qanûna Bingehîn a Iraqê de ye.
Çi bûbû?
Di Hezîrana 2017ê de serokê Herêma Kurdistanê-Iraq dabû zanîn ku ji bo serbixwebûna Kurdistanê referandûm dê bê kirin.
serokwezîrê Iraqê Heyder El Ibadîyî jî eşkere kiribû ku referandûm ne li gor qanûnan e.
Parlamentoya Iraqê pêkanîna referandûmê red kir. Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara pêkanîna referandûmê da.(HK/MB)