Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Sigmar Gabriel û wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû li Berlînê civîyan.
Gabrielî got divê zererên mayinde li têkiliyên herdu dewletan nebe, ji bilî dîyalogê rêyeka dî nîne.
Wî diyar kir ku hevdîtin bi hestên dostane û baş çûye lê minaqeşe hişk bûye.
“Rewşa îro rewşeka zehmet e, divê em biserkeftîbûna têkiliyên Tirkiye-Almanyayê bînin bîra xwe. Digel ku dîtinên me ji hev cida ne, me ji bilî domandina hevdîtinên digel Tirkiyeyê ti alternatîf dî nînin.
Li ser bûyera ku Çavûşoglûyî tevgerên Almanyayê wek yên “Nazîyan” dabû nîşandan Gabrîelî got “hinek sînor hene ku divê neyên derbaskirin, min ev yek bi zelalî ji Çavûşoglûyî re dîyar kir.
Çavûşoglû: Min aciziyên me jê re gotin
Mevlûd Çavûşoglûyî got: “Di sala paşiyê de bi awayekê sîstematîk li civaka tirkan a li Almanyayê tê kirin.
“Me ew mijarên me aciz dikin bi zelalî eşkere kir: Kampanyayeka reşkirina Tirkiyeyê hatiye dest pê kirin, serokkomarê me hima bêje bûye ûnsûreka nefretê, PKK li Almanyayê bi serbestî kar dike.”
Çi bûbû?
Wezîrê karên derve Mevlûd Çavûşoglû dê li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê beşdarî bernameya ji bo referandûmê bibûya.
Rayedaran salona ku bername dê lê bihatiya pêk anîn girt.
Li gor rayedaran sîstema agirkujîyê ya salonê ne di asta pêdivî de ye.
Di rojnameya Die Weltê de hat eşkerekirin ku Çavûşoglû dê li Plaza Event Centerê beşdarî bernameya ji bo referandûmê bibûya lê bername hatiye betalkirin.
Ajansa Anadolûyê: Bername nehatiye betalkirin
Ajansa Anadolûyê ragihand ku bernameya ji bo referandûmê nehatiye betalkirin. Li gor Ajansa Anadolûyê ji ber ku alarma Plaza Event Centerê xera bûbû hatiye guhertin. Ajansê eşkere kir saloneka dî dê ji bo axiftina Çavûşoglûyî bê amadekirin lê bername dê di roja Sêşemê de bê eşkerekirin.
Çavûşoglû: Ti kes nikarin pêşiya min bigirin
"Bi awayekê di dîrokê de nimûneyên wê nîne hewil didin bernameya me betal bikin.
"Ez ê biçim ti kes nikarin rê li min bigirin. em ê cihekê bibînin ku lê bicivin. "
Wezîrê dadê, Bekir Bozdag dê li bajarê Gaggenauyê yê Almanyayê beşdarî civînekê bibûya, rayedarên bajarî pêşiyê ji bo civînê destûr da, paşê destûr betal kir.
Civîn dê şeva dî bihatiya kirin. Rayedaran diyar kirin ku ji ber salon biçûk e destûra hatî dayin hatiye betalkirin.
Bozdagî ji bo girtina rojnamegerê almanî-tirk gotibû: "Biryara dadgehên bêalî ye."
Daxuyaniya Nûman Kûrtûlmûşî
Li ser betalkirina civînê, cihgirê serokwezîrî Nûman Kûrtûlmûşî gotiye.
"Ew civîna dê li Almanyayê bihatiya kirin, ne yek ji wan civînan e ku bandorê li sîyaseta navxweyî ya wî welatî bike. Betalkirina wê civînê ji bo welatek demokratîk wek prensîp nayê qebûlkirin."
Mîtînga li Vîyanayê ya di 2014ê de
Di 2014ê de, Recep Tayyîp Erdoganî ji bo hilbijartina serokkomarîyê li Vîyanayê mîtîngek pêk anibû. Piştî mîtîngê piştevanên AKPyê û mûxalifên wê şer kiribûn.(YY/MB)