Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî 110emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek nivîskî weşand.
DEM Partiyê daxuyaniya xwe de destnîşan kir û got: ‘’Di nava vê civakê de wijdanbûn û pêşxistina edaletê û parvekirina êşan rêya avakirina pêşerojeke demokratîk, aşitiyane û wekhev e jî. Ji ber wê yekê rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê yek ji girîngtirîn rêya avakirina pêşeroja hevpar û wekhev e.’’
"Bi sed hezaran Ermenî hatin qetilkirin"
Dewama daxuyaniya Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:
‘’Bi ser Qirkirina Ermeniyan de 110 sal derbas bûn. Bi sed hezaran Ermenî hatin sirgûnkirin û qetilkirin. Gelên Xiristiyan ên li ser vê xakê jî di encama van polîtîka û kiryaran bedêlên gelekî giran dan û hatin qetilkirin. Rûbirûbûna heqîqetên dîrokî, lêborînxwestina ji gel baweriyên cuda û serîlêdana rêyên edaletê hem ji aliyê fêmkirina hevdu û paşerojê û hem ji aliyê dermankirina birînên dîrokî ve û hem jî ji bo avakirina pêşeroja hevpar yek ji rêyên herî girîng in."
"Em hevxemên êş û şînan in"
"Dîrokê nîşan da ku tunehesibandina êşan; bigotineke din tunehesibandin û tunekirina cudahiyan û feraseta avakirina civakeke homojen xwexapandinek e. Pêkvejiyana bi awayekî wekhev û aram a li gel gelê Ermenî ku yek ji qedîmtirîn gelê van xakan e, gelekî girîng e. Her wiha pêşxistina têkiliyên dîplomatîk, bazirganî, aborî û çandî yên li gel Ermenistanê hem ji aliyê pêdivî û berjewendiyên gelan ve hem jî ji aliyê dabînkirina aşitiya herêma Qefqasyayê ve gelekî girîng in."
Bi wesîleya 110emîn Qirkirina Ermeniyan em dubare diyar dikin ku em hevparên êş û şînan in, ji ber vê trajediya mirovî gelekî xemgîn in û kesên mexdûr bi xemgînî û rêzdarî bi bîr tînin.’’
(EMK/AY)