Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê di dema resepsiyona ji bo vebûna 3yem sala yasadanînê ya Serdema 27em a Meclîsa Gelê Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) axiviye.
Kocayî destnîşan kiriye ku ew xebateke nû li ser cigareyê amade dikin û wiha berdewam kiriye: “Diyarkirina wateya qada vekirî û girtî em dikarin bi rêziknameyê çêbikin lê hin tişt jî wê bi qanûnê bên sererastkirin. Weke qedexekirina cigareya elektronîk. Nargile jî yek ji cureyên tutinê ye û em wî jî di heman çarçoveyê de dinirxînin.”
Kocayî gotiye ku qetina wê ya nava sînorê welêt jî tê de ew ê cigareya elektronîk li hemû qadan qedexe bikin.
“Em ê qada sergirtî ji nû ve diyar bikin”
Beşek ji daxuyaniya Kocayî wiha ye:
“Em wateya qada sergirtî ji nû ve diyar dikin. Em dizanin ku qadên herî baş ji bo kesên cigarekêş tên veqetandin lê yên din li cihên paş tên rûniştandin. Ji bo vê em ê biryareke nû bidin û wateyeke nû bidinê. Qadên nîvvekirî û yên sergirtî tên istismarkirin.
“Wê êdî sîstema nîvvekirî-sergirtî jî weke qada sergirtî bê diyarkirin û qada servekirî jî zelal bike. Her weha wê êdî welatî jî bikaribin bibin kontrolorên cigarekişandinê yên fexrî.” (TP/FD)