Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê gotiye, li gorî encamên testa ku duh encam daye vîrusa Covid-19 li keseke din peyda bûye.
Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Testa duh encam daye pêşbîneyeke ku em pê xemgîn bibin piştrast kiriye. Keseke din bi vê nexweşiyê ketiye. Yek ji nas û dostên wî kesî ye ku beriya niha vîrusa Covid-19ê lê peyda bûbû. Me serî il wan tedbîrên hewce daye ku ji bo vîrus belav nebe û di nava van sînoran de bimîne. Em ê bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Bixwîne - Wezîrê Tendirustiyê: Li Tirkiyeyê Covîd-19 li kesekî peyda bûye
Di 11ê Adarê de nexweşek hatibû aşkerekirin
Wezîr Kocayî di 11ê Adarê de aşkere kiribû ku li Tirkiyeyê Koronavirus (Covid-19) li kesekî peyda bûye.
Wezîr Koca wiha axivî bû, "Îro ber êvarê encamên testa welatiyekî me yê gumanbarê koronavîrusê, pozîtîf derketiye. Hatiye zanîn ku welatiyî vîrus bi rêya Ewropayê wergirtiye. Bi temamî hatiye îzolekirin. Nexweş mêr e û rewşa wî ya giştî baş e. Hemû malbata wî û yên derdora wî di bin çavdêriyê de ne." (DB/FD)