Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Irak, Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Tirkiye ji bo careke din xeta boriyê ya petrole ya di navbera Kerkuk û Ceyhanê de vebe, hevdîtinên xwe berdewam dikin.
Wezîrê Petrolê ya Iraqê Hayyan Abdûlganî ji bo careke din hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendêra Ceyhanê pêk bê, hatiye Enqereyê.
Konsolxaneya Iraqê ya li Enqereyê serdana Wezîrî ragihandiye. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Abdûlganî ji bo “têkiliyên herdu aliyan yên di warên petrol, xaz û enerjiyê de pêş de bibin û hevkariya wan zêdetir bikin” wê hevdîtinan bike.
Wezîr Abdûlganî wê hevditinê bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktarî re bicive.
Fîdan wê biçe Iraq û Herêma Kurdistanê
Wezîrê Karûbarên Derve Hakan Fîdan jî ji bo heman mijarê wê di nava hefteyê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal bike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser hesabê xwe yê Xyê serdana Fîdanî ragihand. Hewramanî di peyama xwe de gotiye, “Vê heftê Birêz Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê wê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û wê bi Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive.”
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Iraqê Ahmed Sahafî jî ragihandiye ku Fîdan wê di 23yê Tebaxê de serdana Iraqê bike û bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fûad Huseyn re bicive.
Çi bûbû?
Hikûmeta Bexdayê peymana hinardekirina petrolê ya bi reya xeta Kerkûk û Ceyhanê Enqere û Hewlêrê di sala 2014an de îmze kiribûn, biribû ber destê dadgeha navnetewî. Bexdayê bi sedema ku erka Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne vê peymanê îmze bike û nikare petrole hinarde bike, serî li dadgehê dabû.
Bexdayê daxwaz dikir ku 30 milyar dolar cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê bê birîn. Dadgehê di dawiya dadgehkirinê de biryar da ku Tirkiye 1,4 milyar dolarî bide Iraqê.
Piştî vê biryarê li ser daxwaza Tirkiyeyê, hinardekirina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê di 25ê Adarê de hate sekinandin.
Hikûmeta Federal a Iraqê dibêje ku tekane şîrketa dikare petrolê ji Ceyhanê hinarde bike, şîrketa dewletê ya bi navê SOMO ye. Rêveberiya Hewlêrê li dijî vê biryarê derdikeve û diyar dike ku ev biryar biryareke siyasî ye.
Heyetên Iraq û Tirkiyeyê ji Adarê û vir ve hevdîtinan dikin lê heta niha ti çareseriyek peyda nekirine. (HA/FD)