Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî diyar kiriye û gotiye: "Pêvajoya aram ger weke tê çaverêkirin bidome, em ê dibistanan di 1ê Hezîranê de vekin."
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî ragihandiye ku ji ber tedbîrên li dijî vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) perwerdeya ji dûr va wê heta 31ê Gulanê bidomînin.
Selçûkî li Wezareta Perwerdeya Neteweyî civîna çapemeniyê pêkaniye û destnîşan kiriye, ji ber pêşniyazên Lijneya Zanistê û fikrên di encama civîna kabîneyê da derketin ew ê tevdîrên li dijî Covîd-19ê perwerdeya ji dûr va heta 31ê Gulanê bidomînin.
Selçukî diyar kiriye û gotiye, di nav çend rojên dawîn da hejmara xwendekarên pola 11 û 12an yên ku li Platforma Alîkariya Akademîk ya EBAyê qeyda xwe çêkirine nêzîkî milyonekî bû.
Ziya Selçuk di axavtina xwe de destnîşan kiriye ku ji 13ê Nîsana 2002an pê va li ser EBAyê li polên zindî, di nav 15 rojên ewil da hejmara dersan 650 hezarî derbas bû û wiha gotiye: "Ji van dersan bi tenê ji 150 hezarê wê di hefteya ewil da çêbûn. Di hefteya duyem da jî hejmara dersa bû 500 hezar. Ji van dersan jê 200 hezarê wê di dawiya hefteyê da çêbûn û me bi vî awayî rewşeke nû di perwerdeyê da pêk anî."
Wezîr Selçûkî diyar kiriye, di mijara derbasbûna ji polê da wê notên heyama ewil hatine hildan derbas bibin û got ku xwendekar notên wan kêmzêde çi be wê derbasî poleke din bibin. (EKN/AY/FD)