Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Israelê, di saetên şevê de Serfermandarê Giştî Zamîr û fermandarên artêşê derbarê dagirkirina bajarê Xezeyê de civîyane. Piştî civînê Wezîr Katz îro sibê plana dagirkirina artêşê pejirand.
Her wiha hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê Katz amadekariyên ji bo derxistina nêzîkî 1 milyon Filistîniyan ber bi başûrê herêmê ve wekî beşek ji plana dagirkirina bajêr e, pejirand.
Piştî erêkirina plana dagirkirina bajarê Xezeyê artêşa Îsraîlê bang li sivîlên li Cibaliya û derdora bajarê Xezeyê kir ku herêmê biterikînin.
Artêşa Îsraîlê herêmên li derdora bajarê Xezeyê û Cibaliya ya li Şerîda Xezeyê weke 'qada şer' ragihand û bang kir ku bi armanca ewlekariyê sivîl ji bo herêmên başûr bêne veguhestin.
Li gorî nûçeya Haaretzê ji hewayê broşur ên agahdarkirinê li herêmên eleqedar hatin belavkirin.
Wê 60 hezar leşkerên yedek tevlî artêşê bike
Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê, KANê, artêşa Îsraîlê amadekariya dagirkirina bajarê Xezeyê dike û biryar daye ku 60 hezar leşkerên yedek tevlî artêşê bike.
Piştî ku Sererkan Eyal Zamir duh êvarê plana dagirkirina bajarê Xezeyê pêşkêşî Wezîrê Parastinê Yisrael Katz kir, biryar dê were dayîn ku di rojên pêş de 60 hezar leşkerên yedek vegerin ser wezîfeyê.
Katz, aniye ziman ku di nava hedefên stratejîk ên operasyonê de “berdana hemû dîlgirtiyan, jihevbelavkirina avadaniya leşkerî ya Hamasê û sirgunkirina lîderên wê, bêçekkirina Xezeyê, avakirina herêmeke tampon a biewle ya li ser sînorê Îsraîlê û domandina azadiya operasyoneyî ya artêşa Îsraîlê ya li herêmê” hene.
Îsraîlê biryara dagirkirina bajarê Xezeyê berê dabû
Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê di 8ê Tebaxê de plana dagirkirina bajarê Xezeyê pejirandibû.
Di hevpeyvîneke berî civîna kabîneyê de, Serokwezîr Benjamin Netanyahu gotibû ku armanca wan dagirkirina tevahiya Xezeyê ye.
Xeze ji sala 1967an heta 2005an 38 salan, di bin dagirkeriya Îsraîlê de bû. Îro nêzîkî 2.4 milyon Filistînî li Xeta Xezeyê dijîn û 18 sal in di bin dorpêçeke giran de ye.
(AY)
*Çavkanî: AA

