Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mark Esper, Wezîrê Parastina DYAyê: "Ji bo vekişîna ji Iraqê biryara ku me daye nîne. Em nizanin ka name çi ye, em li ser nameyê lêkolînê dikin. Lê belê ji bo vekişînê tu biryar an jî planeke me tuneye."
Wezîr Esper tevî Serfermandar Mark Milleyî li Pentagonê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Esperî derbarê nameya ku li ser medyaya civakî belav bûye û tê de hatiye gotin ku wê leşkerên DYAyê ji Iraqê vekişin, wiha axiviye: "Ji bo vekişîna ji Iraqê tu biryar tuneye. Em nizanin ka name çi ye, em li ser nameyê lêkolînê dikin. Lêbelê ji bo vekişînê tu biryar an jî planeke me tuneye."
Esper herwiha li ser nameyê gotiye: "Em li herêmê hêzên xwe jinûva bicih dikin. Ji vê yekê wêdatir, min ev name carekê xwend. Ez nikarim derheqê nameyê da ji we ra tiştekî bêjim, lêbelê ez dikarim ji we ra vê yekê bêjim ku name ne li gorî pozîsyona me ye."
Serfermandar Orgeneral Mark Milleyî piştî civîna çapemeniyê li Ofîsa wiha axiviye: "Ez niha bi Fermandarê CENTCOMê Orgeneral (Kenneth) McKenzie re axivîm. Ji min re got, 'Name bi bêîmze ye, reşnivîs e û îfadeyên çewt hatine emilandin. Ji bo ku derheqê liv û lebata hêzan de zanyariyê bide, ji bo peywirdarên payebilind ên Iraqî wê bihata şandin. Peyvên xelet hatine hilbijartin, xeletî çêbûye."
Hatibû îdakirin ku Fermandarê Hêza DYAyê yê li Iraqê ji hikûmeta Iraqê re name nivîsiye û ragihandiye ku ew ê li ser daxwaza Parlamento û Serokwezîriya Iraqê ji vî welatî vekişin. (TP/FD)