Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Du dersdêrên bi navê Nûrîye Gûlmen û Semîh Ozakça 76 roj in ku di greva birçîbûnê de ne. Wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî îdia kir ku têkiliya xwenîşanderan digel DHKP-Cyê(Çepera Partiya Xelasîya Gelê Şoreşger) re heye.
Soylûyî got:
“Ji bo rêxistinên terorî ew beşdarî gelek çalakiyan bûne.
“Em zarokên xwe naşînin dibistanan ku ew zarokên me wek terorîstan perwerde bikin.
“Ew dixwin û vedixwin û siet 9ê diçin cihê xwenîşandanê.
“Du partiyên di parlamentoyê de jî li wan dibin xwedî. Çima dewlet miaşî/mehaneyê bide wan kesên bi vî rengî. Ma em ê perwerdeya zarokên xwe teslîmî van kesan bikin.
“Lijneyek hatiye pêkanîn her tiştên li wê derê bûyîn dê bêne eşkerekirin.
“Ne bi tenê tehemila me ji terorê re herweha tehemila me ji wan kesên moral û piştgiriyê didin wan re jî nîne.”
BIXWÎNE: Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hatin girtin
(EKN/MB)