Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyî li Midûriya Emniyetê ya Enqereyê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê tê îdiakirin ku îşkence tê kirin lê ew îdia derew in.
Soyluyî gotiye:
“Tirkiyeyê di dewra piştî 2015ê de herî zêde li dijî terorê têkoşîn kiriye. Digel vê yekê jî ji wê salê ve ji bo Tirkiyeyê jimara biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser îşkenceyê sifir e.
“Di van demên paşiyê de bi rêya wekîlekê FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir) rêkirî TBMMyê(Parlamentoya Tirkiyeyê) hin îdia têne kirin. Ev îdia bêbingeh in, derew in, îftira ne.”
Soyluyî behsa kê kiriye?
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Ömer Faruk Gergerlioğluyî diyar kiribû ku li Enqereyê ya kêm 46 kesên hatîn desteserkirin rastî îşkenceyê hatine. Gergerlîogluyî daxuyanîya xwe spartibû îfadeyên parêzer û hevserên wan kesên hatîn desteserkirin.
(AS/MB)