Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê, Bert Koendersî got: “Ez fêm nakim ka ji ber çi [Tirkiyeyê] em bi wê yekê tehdît kirin ku me mecbûrî kirina hin karan bikin.”
Koenders ji BBCyê re axiviye.
Wî gotiye: “Ji bo tedbîrstandinê ti rêyên me yên dî nebûn. Helbet di vê demê de tiştê herî mihom divê peywendiyên hişk nerm bibin.”
Li ser pirsa gelo peywendî ji ber hilbijartinan hişk bûn an ne, Koendersî got:
“Na, ti têkiliyên vê mijarê bi hilbijartinên me ve nîne. Helbet em di pêvajoya hilbijartinê de ne lê ev nayê wê wateyê ku ji ber hilbijartinan ev tişt dibin.”
Çi bûbû?
Di 6ê Adarê de wezîrê dadê Bakir Bozdagî xwestibû biçe Almanyayê û li wê derê beşdarî civînekê bibe lê civîn hatibû astengkirin.
Li ser vê yekê serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganî eşkere gotibû:
"Min digot qey Nazîzm li Almanyayê nemaye lê welê diyar e hê heye."
Piştî sîyasetmedarên Alman xwe li ser vê yekê nerazî kir, serokwezîra Almanyayê Merkelê got:
"Divê Tirkiye demildest dest ji vê şibandina me û Nazîyan berde."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî, Fatma Betûl Sayan Kaya piştî ku ji Hollandayê bi zorê ji bo Almanyayê hat birin îro bi balafirê Ji bajarê Kolnê yê Almanyayê hat Stenbolê.
Wezareta Karên Derve: Bila balyozê Hollandayê demekê venegere
Wezareta Karên Derve bi daxuyanîyekê diyar kir:
"Em ji bo demekê naxwazin balyozê Hollandayê yê hê jî bi destûrê li derveyî welatî ye vegere."
"Em vê hişmendiya dijminane şermezar dikin."
Alaya Tirkan li Balyozxaneya Hollandayê hat hildan
Xwenîşanderekî/ê alaya Tirkiyeyê bi stûna layan a Balyozxaneya Hollandayê ve kir.
Li gor nûçeya BirGûnê kesekê Tekbîr daye û alaya Hollandayê aniye xwarê li şûna wê ya Tirkiyeyê hildaye.(NV/MB)