Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreau ragihand ku gera Barrot wê destpêkê li Sûriyê, dûre Iraq û Lubnanê pêk bê.
Hate ragihandin ku Barrot dê ji Sûriyê dest bi gera xwe bike û li Şamê bi hempîşeyê xwe Esed El Şîbanî re bicive. Ji Sûriyê derbasî Bexdayê bibe bi serokwezîrê Iraq û hempîşeyên xwe yên Iraqî re nîqaşan bike.
Barrot wê bi Nêçirvanî re bicive
Li gorî nûçeya Rûdawê wezîr Barrot di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê ji Rûdawê re piştrast kir ku Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot dê gerekê li Îraq û Herêma Kurdistanê pêk bîne. Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinên li Hewlêrê de mijarên hevkariya herêmî û ewlehiyê bên gotûbêjkirin.
Her weha li gorî nûçeya Ajansa Welat dê wezîrê Fransî serdana bajarê Hewlêra Herêma Kurdistanê bike û bi serokê hikumetê re bicive. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreau got ku serdana Barrot ji bo “xebitîna bi rayedarên federal û rayedarên Kurd re ji bo xurtkirina îstîqrarê û berdewama şerê li dijî DAIŞê” gelek girîng dibînin.
Barrot dê roja înê derbasî Beyrûtê dibe ku plana hikumeta Lubnanê ya bêçekirina Hizbullahê bişopîne. Wezîrê Fransî dê li ser amadekariyên konferansa piştgiriya artêşa Lubnanê û hêzên ewlehiya navxweyî yên Lubnanê, ku biryar e di destpêka Adarê de li Parîsê were lidarxistin, biaxive.
(AY)

