Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heîko Maas, Wezîrê Derve yê Almanyayê piştî daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku tê de hatiye gotin ku ‘keştiya Oruç Reîsê wê ji bo xebatên sondajê dîsa biçe Deryaya Spî’, serdana xwe ya Enqerêyê betal kiriye.
Berdevkê Wezareta Derve yê Almanyayê, ragihandiye ku Maasî yê tenê here Atîna û Lefkoşayê.
Tê pêşbînî kirin ku Maasî îro li dor saetên êvarê bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kîryakos Mîçotakîs re bicive.
Almanyayê navbeynkarî kiriye
Almanyayê ji bo ku rageşiya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de ya Rojhilatê Deryaya Spî bi dawî bibe, navbeynkarî kiriye.
Hatibû destnîşankirin ku Maasî dê pêşiyê biçe Tirkiyeyê bi Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu re bicive û paşê derbasî serdana Atîna û Lefkoşayê bibe.
Haîko Maasî, meha Tebaxê de serdana Enqere û Atinayê kiribû û bang her du aliyan kiribû ji bo dawîbûna aloziyên Rojhilatê Deryaya Spî rêya dîyalogê bigirin.
Oruç Reîs ji bendergehê derketiye
Keştiya lêkolînên sîsmîk Oruç Reîs ji bo li Deryaya Spî xebatan bimeşîne, duh serê sibê piştî daxuyaniya Navtex a nû ji Antalyayê rê ketiye. Navtexta nû dê di 12ê Çirî de dest pê bike û di 22ê Çirî de biqede.(PT/AY/AY)