Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Heiko Maas hatiye Tirkiyeyê dê du rojan bi rayedarên Tirkiyeyê re bicive.
Wezîrî ji beriya ku bê Tirkiyeyê bersiva pirsên rojnamegeran daye. Wî diyar kiriye ku ew ê li ser girtina xelkê bi rayedarên Almanyayê re biaxive û diyar bike ji ber vê yekê ew di fikarê de ne.
Wî diyar kir di navbera civaka Almanyayê û Tirkiyeyê de têkiliyeka kûr heye û berjewendiyên hevpar yên herdu gelan gelek in.
“Kavala jî...”
Berdevkê polîtîjkayên derve yê Partiya Demokrat a Almanyayê, Nils Schmidî behsa Kavalayî kiriye û diyar kiriye ew ji bilî welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyeyê hatîn girtin ji bo girtina kesên wek Osman Kavala jî di fikarê de ne.
Rojev Sûriye ye
Maasî diyar kiriye ku di rojeva wî de beşeka giring operasyona li ser Idlibê ye. Wî diyar kiriye ku ew ê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglûyî re li ser vê mijarê biaxive.
(PT/MB)