Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya ye.
Hakan Fîdan diyar kiriye û gotiye, ji bo li herêmê “aramî” were sazkirin Tirkiye amade ye ku her cûre alîkarî û piştgiriyê bide rêveberiya Hewlêrê.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan destnîşan kiriye û gotiye, “ji bo ku ez li Hewlêrê me ez gelekî kêfxweş im” û weha dewam kiriye:
“Ji bo mêhvandariya wan ez ji dil û can spasiya birayê xwe yê birêz Serwokwezîr Mesrûr Barzanî û saziyên rêveberiya herêmî dikin.
Pêwendiyên Tirkiye û Îraqê bi awayekî gelekî çalak bi pêş dikevin. Pêwendiyên bi Hewlêr û Bexdayê re her demê û di her astê de ji bo me girîng in.”
“Her dema ku li Îraqê bêaramî û alozî hebûn Hewlêr wekî bajarekî aram û biewle maye.”
“Em ji dil bawer dikin ku ev aramî girîng e û ji bo ev rewş bidome em amade ne ku bi her awayî alîkariyê bidin rêveberiya Hewlêrê.”
Fîdan anîye ziman ku Herêma Kurdistanê, “di têkoşîna bi terorê re” alîkariyê dide wan û got, “Ez dixwazim bi taybetî ji bo hevkariya wan a di vê mijarê de spasiya wan bikim.”
Hakan Fîdan diyar kiriye ku wan li Tirkiyeyê PKK gelekî qels kiriye û weha gotiye
“Hema bêje me ev mijar li Tirkiyeyê safî kir û niha li Îraqê PKK xwe vedişêre. Em ê PKKyê ji Îraqê jî safî bikin.
Hem rêveberiya Bexdayê û hem a Hewlêrê di vê mijarê de bibiryar in.”(AY/TY)