Wezîrê Enerjiyê yê Hikumeta Demkî ya Şamê çû Bexdayê
Tê gotin ku wê mijarên petrol û avê bi rayedarên Iraqê re guftugo bike.
Li gorî meyda Iraqê Wezîrê Enerjiyê yê Hikumeta Demkî yê Şamê Mihemed Beşîr li ser vexwendinek fermî ya Wezîrê Petrolê yê Iraqê Xeyan Ebdulxenî, gihiştiye Bexdayê.
Tê gotin wê Mihemed li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re, li ser ji nû ve avakirina xeta petrolê ya ku Kerkûkê bi Banyasa Sûriyeyê ve girê dide bi axive. Herwiha mijarek din ya ku bê guftugokirin jî pirsgirêka avê ye.
Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker para ava Iraq û Suriyeyê girtiye û ev jî bûye sedema kêm aviyê. Bi taybet jî li Iraqê qeyranek avê heye û ji ber bê aviyê bi dehan gund vale bûne.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.