Fotograf: Rûdaw
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê duh di daxuyanekê de aşkere kiriye, encama testa vîrusa Covîd-19ê ya Awat Şêx Cenab, Wezîrê Darayî yê Hukumeta Herêma Kurdistanê pozîtîv derketiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber ku wezîr Cenabî bi Covîd-19ê ketiye beşdarî şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê nabe. Li gor zanyariyan şanda danûstandinkar Wezîr Cenabî jî di nav de wê îro 8ê Îlonê serdana Bexdayê bikiraba.
Her weha di roja 1ê Îlonê de encama testa Covid-19ê ya Aram Mihemed, Wezîrê Xwendina Bilind pozîtîv derketibû.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 32 hezar û 998 kes bi nexweşiyê ketine û 20 hezar û 923 kes baş bûne. Hezar û 231 kes jî pê mirine. (AY/FD)