Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê gotiye ku “Li 4 girtîgehan nexweşiya Covid-19ê li 120 girtiyan peyda bûye. Hemû jî li nexweşxaneyan tên dermankirin û ew baş in.”
Gulî piştî civîna derbarê tedbîrên nû yên li dijî koronavirusê yên di xizmetguzariya dadê de daxuyanî daye çapemeniyê.
Wezîrê Dadê gotiye, “Taloqkirina dadgehkirinan heta 15ê Hezîranê hatine dirêjkirin.”
Gulî bi kurtasî wiha gotiye: “Karên zerûrî û lezgîn li edliyeyan berdewam in. Pêşdeçûna vîrusê wê pêvajoyê diyar bike. Hemû karên dadgeriyê yên weke serlêdan, temyîz, îtiraz, navbeynkarî û lihevanîn heta 30ê Nîsanê hatibûn sekinandin. Ev dem dîsa wê were dirêjkirin. Serokomarî got ku ev dem heta 15ê Hêzîranê hatiye dirêjkirin. Li gorî rewşa şewbê dibe ev dem zûtir piqede. Bi pêşdeçûnên erênî dibe ku rewşa îro biguhere. Hemû kar û danişînên derbarê Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) jî heta 15ê Hezîranê wê bisekinin.
“Heta îro li 4 girtîgehan nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê li 120 girtî û hikumxwaran peyda bûye. Hemû jî li nexweşxaneyan tên dermankirin, ti ji wan li beşên nexweşiyên giran nînin, hemû jî baş in. Em û Wezareta Tenduristiyê vê pêvajoyê bi koordînasyoneke xurt bi rê ve dibin.” (AO/FD)
* Çavkanî û fotograf: AA