Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê li Enqereyê piştî civîna koordînasyonê ya bi Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) ra pêkanîye, daxuyanî daye.
Gulî di daxuyanîyê da dîyar kirîye, ku ji îro pê va karmendên girtîgehan piştî karên wan qedîya wê neçin malên xwe, ew ê di cihên hatine îzolekirin da bimînin.
Wezîr Gul weha pêde çûye: "Ji bo ku girtî bikaribin bi malbat û xizmên xwe ra hevdîtinên bi vîdeoyî pêkbînin xebat hatine destpêkirin. Hevalên me dest bi xebatên teknîkî kirine. Herweha xizim û malbatên girtîyan ger mecbur bimînin, dikarin hevdîtinan pêkbînin.
Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê destnîşan kirîye û gotîye, din nava 2 hefteyê dawîn da li 58 bajaran derbarê 459 kesan da lêpirsîname hatîye amadekirin. Kesên ku di demên weha da metîrsîya ku nexweşîya şewbê bi xwe ra anîye ji xwe ra bike firsend û bikarbihîne li hember xwe qanûnan dibîne. Serdozgeran din nava 2 hefteyê dawîn da li 58 bajaran derbarê 459 kesan da lêpirsîname amade kirîye. (AO/AY/FD)