Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul vê sibê beşdarî civîna Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê bû li vir got ku hevdîtina bi heyeta DYAyê re erênî derbas bûye.
Heyeta ku di bin serpereştiya Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Karên Derve yê DYAyê Jonathan Cohenî de bi heyeta di bin serpereştiya Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Ahmet Muhtar Gun re li wezaretê civiya.
Gulî derbarê hevdîtina bi heyeta DYAyê re wiha got ku DYA û Tirkiyeyê dana vîzeyan sekinandibûn:
“Duh bi DYAyê civînek çêbû. Civîn di bin serpereştiya Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Karên Derve û bi beşdariya midûrekî me yê giştî yê Wezareta me ya Dadê de pêk hat. Civîn erênî biencam bû. Ez wisa difikirim ku wê bibe sedema encamên erênîtir a qonaxên pêş.
“Heke ku niyete xerab tune be, ez li bende me ku di çarçoveya hiqûqa normal de, di çarçoveya dîplomasiyê de derbarê vîzeyan de hin pêşketinên erênî rû bidin.”
Berdevk Kalin: Pêvajoya dadê berdewam dike
Berdevkê Serokomariyê Îbharîm Kalin duh di TRT World Forumê de axivî û got ku ew ê detay di nava çend rojan de zelal bibin.
Dîsa Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû jî derbarê mijarê de got; “Tirkiye stûyê xwe ji xweferzkirinan re xwar nake. Em tiştên ku ne li gorî berjewandiyên me bin qebûl nakin. Şert çi dibin bila bibin, heke ku kesek sûcdar hebe, ev ne di destê me de ye. Krîza vîzeyê ji bo me krîzeke bêwate bû. Di dîplomasiyê de ne helwesteke gihiştî ye.” (AS/FD)