Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Brexitê yê Brexitê, David Davisî diyar kir ku ew piştgiriya rêbaza siyasî ya hikûmetê nake ji ber wê wî dest ji karê xwe berdaye.
Wezîrî nameya ji bo destû-ji-karî-berdanê ji bo serokwezîra Teresa May şandiye.
Serokwezîrê bersiva nameya wezîrî daye û diyar kiriye ew ji bo wê rewşê xemgîn e. Herweha wê diyar kir ew wek Davisî nafikire.
Dîwana wezîran ya Brîtanyayê duhî li ser mijara Brexitê kom bûbû. Civînê 12 sietan dewam kiribû û hikûmetê diyar kiribû wan li ser hin xalan li hev kiriye.
Hikûmeta Brîtanyayê daxuyand ku ji bo wezîrîya Brexitê wezîrê Wezareta Îskan û Plandanînê hatiye erkdarkirin.
(PT/MB)
*Brexit, Pêvajoya ji-hev-cidabûnê ya Brîtanya û Yekîtîya Ewropayê ye.