Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî serlêdana Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a 26ê Mijdarê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re axivî.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, pirsên rojnamegeran bersivand.
Wezîr Tunç, beriya hevdîtinên bûdçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclisê daxuyanî da û ji bo pirsa têkildarî serlêdana hevserokên DEM Partiyê wiha got:
“Pêvajo didome. Xebatên me yên ji bo diyarkirina roja guncav didomin. Em ê bi we re parve bikin.”
Tunç, pirsa rojnamegeran a “Gelo dê di demekî nêz de be?” jî nebersivand.
(RT/AY)