Li Melîkgaziya Qeyseriyê piştî îddiaya ku sûriyeyiyek tacîz li zaroka 7 salî kiriye bûyeran dest pê kiribû. Piştî bûyeran Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyanî da û ragihand ku ji kesên hatin desteserkirin jê 13 kes hatin girtin.
"Ji kesên desteserkirî 468, ji ber 50 sûcên cuda qeydên wan hene"
Daxuyaniya Yerlîkaya wiha ye:
"Wekî ku hûn dizanin di 30ê Hezîranê de li Qeyseriyê bûyereke qirêj qewimî. Li ser vê yekê li Qeyseriyê hin xwepêşandan hatin lidarxistin. Piştî van bûyeran 855 kes hatin desteserkirin. Ji wan 13 kes hatin girtin, ji bo 145 kesan jî biryara kontrola edlî hat dayîn."
“Her weha ji kesên ku li Qeyseriyê hatin desteserkirin jê 468 kes, ji ber 50 sûcên cuda qeydên wan hene."
"Li seranserê Tirkiyeyê 1065 kes hatin desteserkirin"
Li tevahiya Tirkiyeyê ji ber bûyerên bi heman rengî hezar û 65 kes hatin desteserkirin. Ji wan 28 kes hatin girtin, ji bo 187 kesan jî biryara kontrola edlî hat dayîn."
(EMK/AY)