Wezîr Yerlîkaya: Li 24 bajaran 144 kes ji ber madeyên hişbir hatin zeftkirin
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek daye û gotiye ku li 24 bajaran ji bo madeyên hişbir operasyon pêk hatiye û operasyon ji aliyê rêvebiriyên emniyetê yên bajêr ve hatiye birêvebirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya ragihand ku di 10 rojên dawî de li 24 bajaran operasyonên berfireh li dijî bazirganên madeyên hişbir hatine kirin. Di van operasyonan de 144 gumanbar hatine desteserkirin.
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek daye û gotiye ku li 24 bajaran ji bo madeyên hişbir operasyon pêk hatiye û operasyon ji aliyê rêvebiriyên emniyetê yên bajêr ve hatiye birêvebirin.
Bajarên ku operasyon lê hatine kirin ev in: Stenbol, Dîlok, Colemêrg, Kirklareli, Wan, Erzirom, Amed, Bedlîs, Sêrt, Kutahya, Aydin, Bursa, Hatay, Îzmir, Enqere, Konya, Samsun, Manîsa, Tekîrdag, Kayserî, Artvîn, Kastamonû, Çorûm û Kirikkale.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.