Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç derbarê grewşa Selahattin Demirtaş de daxuyaniyek da.
Wezîr Tunç beriya Civîna Koma AKPê bi rojnamevanan re axivî û biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîr xist.
Tunç bi bîr xist ku Daîreya Mezin îtiraza Wezareta Dadê qebûl nekiriye û got, "Biryara Daîreyê mîsoger bûye. Ger aliyên pêwendîdar serlêdanê bikin, dê dadgeh nirxandinê bike.Em ê hemû bi hev re li benda vê pêvajoyê bin.”
Demirtaş 9 sal in girtî ye
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş di sala 2016an de hate girtin.
Demirtaş di çarçoveya bûyerên 6-8ê Cotmehê de hate darizandin û 42 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Her weha bi Demîrtaş re hevseroka din a partiyê Figen Yuksekdagê jî 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê stend.
(AB/AY)
