Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî li navçeya Golbaşi ya Enqereyê beşdarî “Civîna Nirxandina Koçê” bûye.
Soylûyî li vir pirsên rojnamegeran ên li ser biryara tayînkirina kayyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê bersivandiye.
Soylûyî wiha gotiye:
"Kesên dixwazin ku em li hember terorê bêdeng bimînin xwe dixapînin. Şaşiyeke gelekî mezin e ku li hemberî kesên dixwazin bi taybetî bi dengên helal yên gel re teror û terorîzmê li şaredariyan bi cî bikin li bendê bin ku dewlet, rêgez, hiqûq û Destûra Bingehîn bêdeng namîne."
Soylûyî gotiye “Dixwazin Tirkiyeyê di ser şaredariyan re bikin navenda terorê” û wiha berdewam kiriye:
“Rêgezan, Destûra Bingehîn û Qanûnên Şaredariyê bersivek da vê. Got ku ‘vê careke din nekin.’ Lê kesên ku xwestin xerabiyê bi hiqûq û demokrasiyê bikin, di wateya xwe ya rastîn de serî li ber dewletê radikin, demokrasiya me istismar dikin, dengên gel ên helal qirêj dikin.
"Wezîfeya sereke ya hiqûq û demokrasiyê ew e ku dengên pak yên gel bi terorê nede îstismarkirin. Kesên ku dixwazin di navbera teror û demokrasiyê de rêyeke meşrû vekin bêberpirsiyariyê dikin."
"Kesên ku dixwazin hilbijartîbûnê û demokrasiyê bikin qada mûafiyeta terorê helbet xetayeke mezin dikin."
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin. (HA/FD)