Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî gotiye failê bûyera istismara cinsî yê li Kuçukçekmeceya Stenbolê hatiye girtin.
Soylûyî di daxuyaniya xwe de gotiye, “ez xwedî wê zanyariyê me ku fail hatiye girtin”. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî wê Walîtiya Stenbolê hûrgiliyên derbarê bûyerê de paşê par ve bike.
Bixwîne - Zarokeke 5 salî li navçeya Kuçukçekmeceyê rastî istismara cinsî hatiye
Niştecihên Taxa Kanaryayê duh bi şev li hev kom bûbûn û çûbûn ber bi qereqola taxê. Niştecihan xwestibû ku fail bê girtin.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Stenbolê jî ragihandibû ku ew ê bûyerê bişopînin.
Walîtiya Stenbolê duh bi şev daxuyaniyek weşandibû û gotibû ew ê lêpirsînnameyan ji bo wan kesên bertek nîşanî bûyerê didin bên amadekirin.
Bixwîne - Li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç jinan çalakî pêk anîne
Duh li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç li Mûgla, Edene, Qibris û navçeyên Stenbolê Eyup, Sancaktepe û Şîrînevlerê jinan çalakiyên protestoyî pêk anîn. Di saetên şevê de niştecihên taxa Kanaryayê ya çalakiyeke protestoyî çêbûye ku bûyera istismara cinsî li wir pêk hatiye. Lê polîsan bi ava şid midaxele li çalakgeran kiriye.
Çi bûbû?
Li Taxa Kanaryayê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê, zarokeke keç a 5 salî rastî istismara cinsî hatibû.
Li gorî îdiayê malbata zaroka ku rastî istismarê hatiye, ew bi laşê wê yê bixwîn li ber deriyê mala xwe dîtine. Malbatê zaroka xwe biriye nexweşxanê û ew niha hatiye dermankirin.
Hatiye diyarkirin ku zarokekî/e din ê/a 5 salî li cem zaroka keç a rastî istismara cindî hatiye, bûye û wê/wî şahidî li bûyerê kiriye. (AO/FD)
Fotograf: Kadın Meclisleri/Twitter