Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bekir Pakdemirli, Wezîrê Çandinî û Daristanan bi rêya şêwirmendên xwe yên çapemeniyê xebatkarên Fox TVyê ji civînê qewirandiye ku xebatkar hatibûn vexwendin. Xebatkarên navborî beriya niha hewl dabûn pirsan lê bikin lê Wezîr Pakdemirliyî bersiva wan nedabû û gefa mecbûriyeta akredîtasyonê ango destûra beşdariya bernameyên Wezaretê li wan xwaribû.
Saziya Goşt û Şîrî 27ê Îlonê, ji bo serlêdana îhaleya 300 tir goştî daxuyaniyek belav kiribû û sê roj muhlet dabû. Li gorî qanûnan diviya ev muhmet di navbera çar û heft rojan de be. Li gorî îdiayê goşt ji meha Kanûna Paşiyê (Rêbandan) û vir ve bêyî îhale çêbibin, goştan tînin Tirkiyeyê.
Şêwirmendê çapemeniyê destûra pirsan nedabû
Beril Oguz nûçegihana Fox TVyê û kameraman Serhat Yagmurî di dema bernameyekê de hewl dan vê pirsê ji Wezîr Pakdemirliyî bipirsin. Lê dema hewl dan ku bipirsin, Ugur Alici şêwirmendê çapemeniyê yê Wezîrê destûr nedabû û Wezîr Pakmedimril ji cem rojnamegeran biribû.
Piştî vê bûyerê bi çend rojan dîsa Beril Oguz û Serhat Yagmurî hewldan ku heman pirsê bikin. Wezîr Pakdemirliyî vê carê bi awayekî ne eşkere bêqaydeya di îhaleyê de qebûl kiribû lê Wezîr rojnameger bi “mesxeretiyê” sûcdar kiribû.
Herî dawî duh hatibû diyarkirin ku Wezîr Pakdemirli wê li Lijneya Piştgiriya Geşepêdanên Çandinî û Gundan civîneke çapemeniyê çêbike. Xebatkarên Fox TVyê jî hatibûn vexwendin. Digel ku pêkanîna akredîtasyonê tune bû jî Ugur Alici, şêwirmendê çapemeniyê yê Wezaretê Oguz û Yagmur ji salonê derxistiye. (HA/FD)