Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Milî derbarê xebatên ji bo “Herêma Ewle” de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye ku di encama lihevkirina Tirkiye û DYAyê ev xebat dest pê kiribûn.
Wezaretê di daxuyaniyê da wiha gotiye: “Di çarçoveya wê planê de xebatên avakirina Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê ya li Rihayê, berdewam dikin ku ji bo li Bakurê Sûriyeyê herêma Ewle saz bikin li gel DYAyê ev xebat tên kirin. Li Herêmê NHByan dest bi wezîfeyê kirine."
Fermandarê Kolordiya 7em ê Amedê çûye Akçakaleyê
Di vê navberê de Korgeneral Sinan Yayla, Fermandarê Kolordiya 7em ê Amedê û heyeta leşkeri, çûne navçeya Akçakaleyê ya Rihayê.
Karwana Yaylayiyî di bin ewheliyeke zêde de çûne Fermandariya Alaya Sînor a 3yem.
Çav li rê ye ku heyet li gel heyeta DYAyê kom bibe ku ji 6 kesan pêk hatiye û ji bo avakirina Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê li Fermandariya Alaya Sînor a 3yem xebatên xwe berdewam dikin. (RT/FD)
Çavkanî: AA