Piştî ku belgefîlma derhêner Nejla Demîrcî ya bi navê "Hikmê Qanûnê(Kanun Hükmü)" ku behsa têkoşîna 2 karmendên dewletê yên ji kar hatin îxrackirin dike ji bo bernameya Festîvala Fîlman ya Antalyayê ya Porteqala Zêrîn hat vegerandin, Wezareta Çand û Geştiyariyê ragihand ku ew ji festîvalê vekişiyaye.
Daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê wiha ye:
“Wezareta Çand û Geştiyariyê bi vîzyona parastin, pêşxistin û xurtkirina nirxên çandî û hunerî yên Tirkiyeyê dixebite.
“Di çarçoveya vê nêrînê de piştgirî dide bi sedan çalakiyên çandî û hunerî yên li welatê me û li derveyî welat tên lidarxistin.”
“Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ku di qada sînemaya Tirkiyeyê de yek ji girîngtirîn çalakiye û ev cara 60emînê tê lidarxistin ku pêvajoya organîzekirina wê hê didome. Di beşa pêşbirka belgefîlman de belgefîlma bi navê “Hukmê Qanûnê” jî heye.”
"Cihê xemgîniyê ye ku di festîvaleke wiha girîng de li ser feraseta mexdûriyetê bi hêza hunere propagandaya rêxistina terorê FETOyê tê kirin."
"Ji ber vê sedemê me xwe ji Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê vekişand."
(AO/AY)