Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê daneyên COVID-19ê yên heftane aşkere kiriye. Li gorî daneyan di navbera 11-17ê Tîrmehê de testa 226 hezar û 532 kesan pozîtîf derketiye, 96 kes pê mirine.
Hejmara nexweşan di navbera 4-10ê Tîrmehê de 117 hezar û 95 kes bû. Di hefteya 27ê Hezîran-3ê Tîrmehê de jî 57 hezar 113 kes bûye.
Li Tirkiyeyê ji 11 Adara 2020an ku roja yekem nexweş hatiye tomarkirin heta niha 15 mîlyon 524 hezar û 71 kes bi Covîd-19ê ketine, 99 hezar û 184 kes jî ji ber nexweşiyê mirine.
Bi giştî 149 mîlyon û 16 hezar 479 doz derzî hatiye kirin
Hefteya rabirdû hejmara kesên ku baş bûne bûye 124 hezar û 732.
Heta niha 149 mîlyon û 16 hezar 479 doz derzî hatiye kirin.
(AS/AY)