Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 24 saetên dawiyê de 4 hezar 281 kesên din nexweş ketine, hejmara pêketiyan gihiştiye 69 hezar û 392an. Herwiha 115 kesên din jî mirine, hejmara miriyan bi giştî gihiştiye hezar û 518an.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî daneyên nû li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye. Li gorî van zanyariyan di 24 saetên dawiyê de 34 hezar û 90 test hatine kirin. Di vê çarçoveyê de 4 hezar û 281 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.
Di 24 saetên dawiyê de 115 kes mirine, 875 kes jî piştî dermankirinê baş bûne.
Bi giştî hejmara testan gihiştiye 477 hezar û 716an, hejmara pêketiyan gihiştiye 69 hezar 392an, hejmara miriyan jî gihişt hezar û 518an.
Hejmara nexweşên di beşa nexweşiyên giran de 1820 e, nexweşên entube jî hezar û 52 ne. Heta nûha 5 hezar û 674 nexweş baş bûne. (EKN/FD)